Tebax 24, 2022 14:35 Asia/Tehran
  • Miqdad 3 şert ji bo lihevhatina bi Enqerê re diyar kirin

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov cardin diyar kir ku welatê wî ti operasyoneke leşkerî ya Tirkiyê li Sûriyê qebûl nake. Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad jî sê şert ji bo lihevhatina bi Tirkiyê re diyar kirin.

Lavrov duh Sêşemê di konferanseke rojnamevanî ya hevbeş bi hevtayê xwe yê Sûrî Feysel Miqdad re li Moskowê derbarê amadekariyên Tirkiyê yên destpêkirina operasyonekê li bakurê Sûriyê û herêmên kurdî yên vî welatî ragihand, operasyonên nû yên leşkerî li Sûriyê nayên qebûlkirin.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê got, Rûsya bi hikûmeta Sûriyê re kar dike, ji bo rê li ber her tevgereke leşkerî ya nû bigire.

Ji aliyê din ve, Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad bang li Tirkiyê kir ku “rêzê li serweriya Sûriyê bigire, ji xaka Sûriyê vekişe, û piştgiriya xwe ji rêxistinên terorîst re rawestîne” berî ku nêzîkbûnek di navbera Enqere û Şamê de pêk were.

Miqdad herwiha got: “Şam rol û bizavên Rûsya û Îranê yên ji bo asayîkirina pêwendiyên di navbera Sûriyê û Tirkiyê de bilind dinirxîne.” Lê tekez kir ku “erk in hene ku divê Enqere wan bi cih bîne”.

Miqdad herwiha destnîşan kir: "kesê ku berê piştgiriya terorê dikir, bawerî pê nayê.”

Ev daxuyanî di demekê de tên ku wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu duhî piştrast kir ku li ser asta îstixbaratê di navbera Şam û Enqerê de diyalogek rasteqîne heye.

Tirkiye di van demên dawî de gelek caran amaje bi niyaza xwe ya asayîkirina pêwendiyan bi Esed re dike, Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan jî roja Îna borî di hevpeyvînekê bi rojnamevanan re got: "Divê em bi Sûriyê re gavên zêdetir biavêjin.”

Serepeyv