Dengdana taybet di çarçova hilbijartinên parlemanê da li seranserê Iraqê
Pêvajoya dengdana taybet a leşker û awareyan di çarçova hilbijartinên şeşemîn dewra parlemana Iraqê di sîstema siyasî ya piştî 2003an da îro li seranserê Iraqê dest pê kir.
Dengdana taybet îro ji bo hêzên ewlehiyê û artêşa Iraqê di halekî de li Bexdaya paytexta vî welatî û parêzgehên din hate lidarxistin ku di vê qonaxê de, ji bilî hêzên ewlehiyê û artêşê, awareyên Iraqî jî li lîsteya dengderan hatin zêdekirin. Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê derbarê wê de ragihand ku milyonek û 300 hezar kes ji hêzên artêş, polîs, hêzên ewlehiyê, hêzên Pêşmerge yên Kurd, Hêzên Heşda Şeibî û awareyên ku li kampan dijîn dengên xwe dan ku ji vê hejmarê zêdetirî 26 hezar kes ji awareyên iraqî ne. Mihemed Şiya Sûdanî Serokwezîrê Iraqê bi ragehandina vê yekê ku lidarxistina hilbijartinên parlemana Iraqê serkeftinek ji bo hikûmetê ye,ev hilbijartina wek bûyerek girîng ji bo hikûmetê bi nav kir. Serokwezîrê Iraqê tekez kir: Ev hilbijartin pêvajoya demokratîk a vî welatî di berdewkirina ezmûna siyasî de piştrast dike û Iraq pabendî veguhestina aştiyane ya desthilatê ye. Ebdulletîf Reşîd, Serokkomarê Iraqê jî di daxuyaniyekê de ragihand ku gel û welatê Iraqê li ber qonaxek girîng û çarenicvîsaz de ne û ev hilbijartin derfetek e ku cardin tekezî ser prensîba veguhestina aştiyane ya desthilatê di çarçoveyên qanûnî û demokratîk da bi rêya sindoqên dengdanê were kirin.Reşîd, bang li gel kir ku bi girseyî beşdarî hilbijartinê bibin û got: Ez bang li hemû dengder û hêzên ewlehiyê dikim ku bi beşdariyeke çalak û azad di hilbijartina wekîl û parlimanterên xwe li parlemanê rola xwe hebin da ku bi vî awayî ewlehî û istiqrara welêt were xurtkirin. Di vê dewra hilbijartinên parlemana Iraqê de, 7 hezar û 768 namzed, ji wan 5 hezar û 520 mêr û 2 hezar û 248 jin di çarçoveya 37 hevpeymanî û yekitiyên siyasî û partiyê de jibo bidestxistina 329 kursiyên parlemanê hevrikiyê dikin û nêzî 170 hezar efser û kadroyên Wezareta a Navxwe ya Iraqê berpirsiyarê dabînkirina ewlehiya navendên dengdanê ne.