Mijdar 09, 2025 19:05 Asia/Tehran
  • Asêbûna muzakirên di navbera Kurdên Sûriyê û hikûmeta demkî ya Colanî de

Yek ji fermandên HSD bi ragehandina vê yekê ku hîn gotûbêja di navbera Kurdên Sûriyê û hikûmeta demkî ya Colanî de didomin, tekez kir ku rastî ev e ku van muzakireyana heta niha ti encamek berbiçav tinebûne û nêzîkî astengiya tam bûne û hitmala destpêkirina şer û pevçûnan zêde bûye.

Sîpan Hemo yek ji fermandên HSDê û endamê komîteya leşkerî ya  muzakireker bi hikûmeta demkî ya Colanî re bal kişand ser wê yekê ku liyêkgihîştinnameya  navbera Colanî û Mezlûm Ebdî ya di 10ê Adarê bo  pêkanîna istiqrarê li Sûriyê hatiye îmzekirin û got: Rastî ev e ku her çend ev muzakire berdewam dikin lê heta niha ti yek ji xalên wê liyêkgihîştinnameyê nehatiye cihanîn û hêzên Colanî hema ji destpêkê ve bi pejirandina destûra bingehîn ya nû ji bo Sûriyê, bêyî beşdariya kîmêne, kom û partiyên din ên Sûriyê, dest bi dijberiyê kirin. Hemo bi  rexnekirina tund a ji ber siyasetên hikûmeta demkî ya Colanî û dewama komkujiya elewiyan li peravên Sûriyê, komkujiya sivîlan li Siwêdayê û komkujî û revandina Kurdan li taxa Şêx Meqsûd a Helebê ji aliyê hêzên Colanî ve got: Colanî dil heye hevdem ligel nîşandayîna wêneyeke derew ji xwe li asta navneteweyî, bi darê zorê kêmîne û partiyên din li Sûriyê bixe bin sîwana xwe, lê gelê Sûriyê yê idî bi siyasetên wî nexape.

Serepeyv