Tebax 24, 2022 13:49 Asia/Tehran
  • Droneke Artêşa Tirkiyê bajarokê Til Rifeta Sûriyê bombebaran kir

Droneke artêşa dagîrker a Tirkiyê navenda bajarê Til Rifetê bombebaran kir û di encamê de 2 sivîl hatin kuştin û hejmarek kes birîndar bûne.

Li gorî medya Herêmî, îro danê sibê droneke artêşa Tirkiyê navenda bajarê Til Rifetê bombebaran kir û di encamê de 2 sivîl hatin kuştin û 7 kes jî birîndar bûne.

ev çend meh in Tirkiyê gefa destpêkirina opoerasyoneke nû ya leşkerî li Til Rifet û Minbicê dixwe û hêzên zêdetir li nêzîkî wan her du herêman kom kirine û di bêdengiya welatên garantorên agirbesa li bakur û rojhilata Sûriyê de bi awayekî berdewam van deveran topbaran dike û di encamê de sivîl dibin qurbanî.

Bajarokê Til Rifatê dikeve 35 kîlometriya rojhilatê Efrînê û mezintirîn bajarokê devera Şehbayê ye û xwedî cihekî stratejî di navbera bajarê Dîlok û Helebê de ye.

Piştî dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û çeteyên wê, derdora 250 hezar kes ji Efrînê derbider bûn û li Til Rifet û derdora wê (herêma Şehbayê) bi cih bûne.

Serepeyv