Tebax 23, 2022 10:03 Asia/Tehran
  • Rûbirûbûna artêşa Sûriyê bi karwanê leşkerên Amerîkî re

Hêzên artêşa Sûriyê rê li derbasbûna karwanê leşkerî yê Amerîkayê li bakurê rojhilatê wî welatî girtin.

Li gor nûçeya ajansa fermî ya Sûriyê (SANA), karwanek ji 6 otombîlên leşkerî yên hêzên dagîrker ên Amerîkî, ligel otombîleke çekdarên HSDê, dixwestin derbasî gundê Salehiyê yê girêdayî bajarê Qamişlo bibin, lê nuqteya kontrolê ya artêşa Sûriyê rê li wan girt û nehêşt ew bikevin hundir û ew ji herêmê derxistin.

Pêşîlêgirtina ketina karwanê leşkerî yê Amerîkayê nav deverekê ji aliyê artêşa Sûriyê ve hevdem bû ligel firrîna çend helîkopterên dagîrkerên Amerîkî li ser vê deverê.

Di mehên borî de, gelê Sûriyê gelek caran bi rêya girtina rê û çêkirina zincîrên mirovî û asankariyên hindiktirîn, wek alavên çandiniyê û dar û keviran, rê li ber derbasbûna karwanên leşkerî û piştevaniyê yên Amerîkayê girtine.

Serepeyv