Tebax 21, 2022 17:41 Asia/Tehran
  •  Hêzên HSD'yê li Eyn Îsayê êrîşeke grûpên çekdar ji nav bir

Şeva 21ê Tebaxê, grûpên çekdar ên ser bi Tikriyê hewl dan bikevin gundê Mişêrfê li navçeya Eyn Îsa ya li bakurê Reqayê, lê şervanên Encûmena Leşkerî ya Girê Sipî rûbirûyê wan bûn û êrîşan wan pûç kirin.

Li gor çavkaniyên Desthilata Bakûr û Rojhilatê Sûriyê, şeva 21ê Tebaxê, grûpên çekdar ên ser bi Tikriyê hewl dane bikevin gundê Mişêrfê li navçeya Eyn Îsa ya li bakurê Reqayê, lê şervanên Encûmena Leşkerî ya Girê Sipî rûbirûyê wan bûne û êrîşa wan pûç kirine.

Roja 20ê Tebaxê jî, hêzên Tirkiyê gundên Cedîde, Fatsa, Mişêrfê û Hîşe li derdora Eyn Îsayê bi dijwarî topbaran kiribûn.

 

Eyn Îsa bajarekî biçûk e, lê xwedî girîngiyeke stratejîk a mezin e. Eger ew bajar bikeve destê Tirkiyê û çekdaran, ew tê wê wateyê rêya di navbera Herêma Cizîrê û Kobanî de qût dibe.

Bajarê Eyn Îsayê, 47 kîlometreyan dûrî bajarê Reqayê ye, 66 kîlometreyan li başûrê rojhilatê Kobanî ye û 30 kîlometreyan ji navenda bajarê Girê Spî dûr e ku ew jî di bin destê hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar de ye.

Girîngiya stratejîk a Eyn Îsa ji wê yekê tê ku li ser rêya navdewletî ya M-4 Rodko ye. Rêya M-4 Cizîrê bi Heleb, Laziqiyê, Hims, Hema û Şamê ve girêdide.


 

Serepeyv