Tebax 21, 2022 11:27 Asia/Tehran
  • HRW: Wê operasyonek nû ya Tirkiyê rewşa mirovî ya milyonan kes girantir bike

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) ragihand ku operasyoneke nû ya Tirkiyê li Bakurê Sûriyê, dê rewşa mirovî ya bi mîlyonan mirovan girantir bike û destnîşan ku kir ku komên çekdar ên ser bi Tirkiyê mafên mirovan li bakurê Sûriyê binpê dikin.

Li gorî nûçeya Ajansa Roj Newsê, Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) bi raporek pirs û bersiv bal kişande li ser rewşa xetereya êrişên dewleta Tirkiyê yên li ser Bakurê Sûriyê.

Di raporê de tê gotin ji Gulana 2022’yan û pê ve Erdogan gefa dagirkeriya leşkerî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe

Rêxistinê di çarçoveya pirs û bersivan de hişyarî da dewleta Tirkiyê û bal kişand ser binpêkirinên berê yên dewleta Tirkiyê ên li dijî Sûriyê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got ku di êrîşên berê de gelek binpêkirin li dijî sivîlan pêk anîne.

Alîkarê Rêvebirê Rojhilata Navîn Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) Watch Adam Coogle got: “Berê Tirkiyê û hevalbendên wê di operasyonên leşkerî yên der sînorî de, li Sûriyê bi awayekî keyfî sivîl kuştin û girtin. Metirsiya dubarekirina binpêkirinên hêzên Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê heye. Operasyoneke nû, dê rewşa mirovî ya bi mîlyonan mirovên li Bakurê Sûriyê ku jixwe wêran bûye, girantir bike.”

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) diyar kir ku êrişa dewleta Tirkiyê bi armanca derxistina zêdetirî 3,6 milyon penaberên Sûriyê ji welat e û dixwaze wan bi zorê li van herêman bi cih bike û wiha tê gotin: “Deh salên şer binesaziya xizmetguzariya civakî ya Sûriyê wêran kir û pêdiviya mirovî ya mezin çêkir. Di destpêka sala 2021ê de, zêdetirî 13 milyon Sûrî hewcedarê alîkariyên mirovî bûn. Tevî ku çarçoveya êrîşa artêşa Tirkiyê ya çaverêkirî hîn ne diyar e, bi her êrîşek mezin re dibe ku bi hezaran kes koçber bibin. Tirkiye û komên wê yên herêmî li herêmên ku ji aliyê Tirkiyê ve hatine dagirkirin mafên sivîlan binpê dikin û azadiya wan sînordar dikin.”

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) destnîşan kir ku di dema dagirkirina Cotmeha 2019’an de, bi awayekî bêserûber avahiyên sivîlan bombebaran kirin û bi awayekî sîstematîk mal û milkên taybet ên rûniştvanên Kurd ên herêmê talan kirin. Bi sedan kes girtin.

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) destnîşan kir ku ji Cotmeha 2019’an heta Kanûna 2019’an, herî kêm 63 Sûriyeyiyên ji Bakurê Rojhilatê Sûriyê girtin û bi awayekî neqanûnî ew şandin Tirkiyê da ku bi sûcên giran bên darizandin û wiha tê ragihandin: “Her wiha tundiya zayendî li dijî jin û mêran pêk anîne, di nav wan de herî kêm 30 bûyerên destavêtinê pêk anîne. ”

Serepeyv