Roket li derdora baregeha Amerîkayê ya li Sûriyê ket
Hin jêderan raporên nepiştrastkirî yên ketina rokêtekê li nêzîkî baregeha Amerîkî li qada petrolê ya El-Omer li Dêrazorê ya Sûriyê belav kirin.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Mêhr`ê, rûpela Twitterê ya kanala nûçeyan a El-Erebiye li ser zarê Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku mûşekek li baregeha hevpeymaniya navdewletî ya bi serokatiya Amerîkayê li kêlgeha petrolê ya Omer li derdora Dêra Zorê ketiye.
Lê di vê derbarê de ti agahiyên zêdetir nehatine weşandin.
Çavkaniyên medyayî roja Duşemê jî ragihandin ku bi roketan êrîşî baregeha Amerîkayê ya li kêlgeha petrolê ya "El-Omer" a li rojhilatê Sûriyê hatiye kirin.
Koalîsyona Amerîkî bi piştrastkirina wê nûçeyê, di daxuyaniyekê de ragihand, ku baregeha leşkerî ya Amerîkî li kêlgeha petrolê ya El-Omer li rojhilatê Sûriyê bûye armanca êrişa bi roketan. Koalîsyonê ragihand ku roket li devera "Xizra" ya li qada petrolê ya Omer ketine.