Tebax 16, 2022 22:39 Asia/Tehran
  • Tirkiyê baregeheke serbazî ya artêşa Sûriyê bombebaran kir, 11 leşker kuştin

Rêwangeha Sûrî bo Mafên Mirovan eşkere kir, di êrîşeke balafirên şer ên Tirkiyê de bo ser baregeheke serbazî ya artêşa Sûriyê, 11 serbaz hatin kuştin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan(SOHR) îro sêşemê 16ê Tebaxa 2022yan daxuyaniyek belav kir û diyar kir, balafirên şer ên Tirkiyê baregeheke serbazî ya ser bi artêşa Sûriyê li gundê Çarqilê ya li nêzîkî Kobanê, bombebaran kir, li gor amarên destpêkê 11 serbaz hatin kuştin.

Herwiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin, ji ber zêdebûna hejmara birîndaran û xirabiya rewşa wan a tendirustiyê, tê çaverêkirin ku hejmara kuştiyan zêde bibe.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, zanyariyên wan wê yekê piştrast nakin ku hemû wan serbazên hatine kuştin, ser bi artêşa Sûriyê in.

Ji aliyê din ve hin çavkaniyên din îdia dikin ku di êrişa dewleta Tirk a bi balafirên şer a li ser girê  gundê Çariqlî yê rojavayê Kobanê de, 16 leşkerên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest dane û 3 leşker jî bi giranî birîndar bûne.

Heta niha tu aliyên fermî ev agahî piştrast nekirine.

Îro danê sibê, artêşa Tirkiyê hejmarek gundên navçeya Şêrewa ya Efrînê, Amûde, Dirbêsiye, Zirgan û navenda bajarê Kobanê topbaran kirin.

Desteya Tendirustiyê diyar kir, di topbarana Tirkiyê de li Kabonê zarokek hat kuştin û 3 kesên din jî birîndar bûne ku di nava wan de zarokek heye.

Serepeyv