Tebax 16, 2022 11:15 Asia/Tehran
  • Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê  topbarankirina gundên bakura Sûriyê berdewam dike

Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê çend gund li Dirbêsiyê, Amûdê û Zirganê li parêzgeha kurdî ya Hesekê li bakurê rojhilatê Sûriyê topbaran kirin.

Li gorî ragihandina çavkaniyên herêmî ya îro serê sibehê, artêşa Tirkiyê û çeteyan herdu gundên Çetel û Qeremanê li rojavayê bajarê Dirbêsiyê, herwiha gundê Cirnikê li rojavayê bajarê Amûdê û gundê Ibrahîmiyê li bakurê nehyeya Zirganê li parêzgeha Hesekê topbaran kirine.

Heta niha ti zanyarî derbarê ziyanên canî yên wê topbaranê de nehatine belavkirin, lê medyaya fermî ya Sûriyê ragihandiye ku zerar gihiştiye mal û milkê welatiyan li herdû gundên derdora Dirbêsiyê.

Hinek çavkaniyên din aşkere kirine ku dronên Tirkiyê li asmanê Dirbêsiyê û Amûdê û gundên derdora wan firiyane.

Çavkaniyeke din jî eşkere kiriye ku pêgeheke hikûmeta Sûriyê li gundê Erade yê sînorî ser bi Zirganê, saet 1ê serê sibehê hatiye topbarankirin.

Serepeyv