Tebax 13, 2022 08:58 Asia/Tehran
  • Li başûrê Sûriyê di encama teqîna mayînekê de 3 kes mirin û birîndar bûn

Ji ber teqîna mayineke terorîstan li başûrê Sûriyê, kesek hat kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.

Ajnsa fermî ya Sûriyê (SANA) îro Şemiyê ragihand, di encama teqîna mayineke terorîstan li ser rêya navbera gundên Berqa û El-Dalî li taxên bakurê Derayê, jinek hat kuştin û 2 keçikên pitik jî birîndar bûn.

Li gorî rapora SANA`yê, ev du keç ji bo dermankirinê rakirin nexweşxanê.

Parêzgeha Dera li başûrê Sûriyê û li nêzîkî sînorên vî welatî bi Urdin û Filistîna dagîrbûyî piştî 8 salan ji dagîrkirina terorîstan, bihara sala 2018`an hat azadkirin.

Terorîstên ku li vê navçê bi cih bûne dema ku li wir bûn rasterast ji Rejîma Siyonîst piştgiriya leşkerî werdigirin.

Di meha borî de jî di encama êrîşeke terorîstî de li ser dewriyeya polîsan li taxên rojhilatê Derayê 3 hêzên ewlekariya navxweyî hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Qeyrana Sûriyê ji sala 2011`an va bi êrişa berfireh a komên têrorîst ên ku ji aliyê Erebistan, Amerîka û hevalbendên wan yên wekî Tirkiyê va ji bo guhertina hevkêşeyên navçeyî bi kêrî Rejîma Siyonîst dihatin piştgirîkirin, dest pê kir.

Serepeyv