Tebax 11, 2022 15:30 Asia/Tehran
  • Di êrîşa droneke Tirkiyê a li ser bakurê Sûriyê de 3 kes hatin kuştin

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) diyar kir, di êrişa droneke Tirkiyê ya li ser gundê Mele Sibat ê Qamişlo de sivîlek û du şervanên wan hatin kuştin.

Fermandariya Giştî ya HSDê bi daxuyaniyekê ragihand, duhî saet 17:10 droneke Tirkiyê otomobîlek li gundê Mele Sibat ê Qamişlo de bombebaran kir û di encamê de du şervanên wan (Dijwar Kobanî û Çiya Qamişlo) û sivîlekî bi navê (Edip Yûsif) hatin kuştin.

Kanala El-Mayadeen jî ragihand ku di encama êrişa balafirên şer ên artêşa Tirkiyê li başûrê rojavayê bajarê Qamişlo de 3 kes hatine kuştin.

HSD dibêje, artêşa Tirkiyê di demên dawî de êrişên xwe li seranserî sînor zêdetir kiriye. Her roj hem bi topbaranan hem jî bi dronan êrişan pêk tîne, di van êrişan de ne tenê şervan, lê belê kesên sivîl jî tên armanckirin.

Roja Sêşemê, di encama êrîşên hêzên Tirkiyê li ser çend taxên bajarê Qamişlo û hejmarek ji gundên bakurê Hesekê, welatiyekî sivîl hat kuştin û hejmarek zarok û jin jî birîndar bûn.

Her wiha artêşa Tirk bi dronan êrîşî avahiyên niştecihan li her du taxên “El-Mihemqiye” û “Kembera Rojava” ya bajarê Qamişlo kir, ku di encamê de ziyanên madî li hin mal û binesaziyan ketin.

Êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê ser gund û bajarokên bakur û bakurê rojavayê Sûriyê didomin. Êrîşên hêzên Tirkiyê û komên çete û têrorîst ên girêdayî dewleta Tirkiyê di rojên derbasbûyî de bûne sedema zêdebûna hejmara kuştî û birîndarên sivîlan û gihêştina ziyanên madî yên mezin li mal û milkên wan.

Serepeyv