Tebax 11, 2022 15:15 Asia/Tehran
  • Hêzên ewlekarî yên Sûriyê fermandeyekî DAIŞê li başûrê vî welatî kuşt

Hêzên ewlekarî yên Sûriyê di operasyoneke de, mîrekî DAIŞê yê bi navê Ebû Salim El-Iraqî li parêzgeha Der’ayê kuşt.

Ajansa fermî ya Sûriyê “SANA” ji zarê jêderekî ewlekariyê belav kir, Hêzên ewlekarî yên Sûriyê di operasyoneke de, mîrekî DAIŞê yê bi navê Ebû Salim El-Iraqî li bajarokê Edwan dorpêç kir, piştre dema ew birîndar bû. wî xwe teqand.

Wî jêderî bal kişand ser wê yekê, terorîst Ebû Selim El-Iraqî  ji bajarê Tefasê reviya bû û ji aliyê endamên hêzên ewlehiyê ve dihat şopandin, piştre pevçûn di navbera wan de derket û wî xwe teqand.

Hêzên ewlehiya Sûriyê dibêjin, di encama vê operasiyonê de endamekî hêzên ewlekarî hat kuştin û herwiha welatiyekî ku ji aliyê terorîst Ebû Salim El-Iraqî ve dîl hatibû girtin jî birîndar bû.

Ji aliyê xwe ve, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan jî belav kir, Ebû Salim El-Iraqî ji sala 2018an ve xwe li deverê vedişêre û car caran beşdarî di kiryarên teror û kuştinê li başûrê Sûriyê de dikir.

Serepeyv