Tîrmeh 31, 2022 19:24 Asia/Tehran
  • Tirkiyê bi topan êrîşî ser Hesekeya Sûriyê kir

Leşkerên Tirkiyê hin navçeyên parêzgeha Hesekeyê ya bakûrê rojhilatê Sûriyê topbaran kirin.

Li gorî rapora SANA Newsê, Ji ber êrîşa topxaneya hêzên Tirkiyê yên dagirker li ser derdora Til Temirê li dorhêla bakûrê rojavayê Hesekeyê, du welatiyên Sûriyê yên sivîl birîndar bûn.

Çavkaniyên xwecihî ragihand, di vê êrîşê da her wiha ziyan li binesazîyên navçeyê ket.

Artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî bi vî welatî di du mehên derbasbûyî da bi zêdekirina êrîşên xwe bi caran parêzgehên Heleb û Hesekeyê dane ber top û roketan.

 

 

Serepeyv