Hêzên dagirker 4 welatî ji navçeya Cindirêsa Efrînê revnadin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i335580-hêzên_dagirker_4_welatî_ji_navçeya_cindirêsa_efrînê_revnadin
ArtêşaTirkiyê û çeteyên girêdayî bi wê 4 welatiyên ji navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî revandin û ew birin cihekî nediyar.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 31, 2022 11:51 Asia/Tehran
  • Hêzên dagirker 4 welatî ji navçeya Cindirêsa Efrînê revnadin

ArtêşaTirkiyê û çeteyên girêdayî bi wê 4 welatiyên ji navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî revandin û ew birin cihekî nediyar.

Li gorî nûçeya Hawar Newsê, Li gorî çavkaniyekî ji navçeya Cindirêsê, çeteyên "Polîsên leşkerî" yên girêdayî dewleta Tirkiyê 4 welatî ji gundên Gûrda û Aşka Rojhilat ên girêdayî navçeya Cindirêsê revandin.

Navên kesên hatine revandin wiha ne: Fewzî Şêx Mihemed (23), Ebdo Subhî Yûsif (34) ê ji gundê Gûrda, Necîb Ciwan Şêxo (29) û Reşîd Îsmaîl Hemîd (25) ê ji gundê Aşka Rojhilat.

Çavkanî diyar kir ku kesên hatine revandin ber bi cihekî nediyar ve hatine birin.