Tîrmeh 29, 2022 09:01 Asia/Tehran
  • Mezlûm Ebdî: Êrişa li ser saziya ewlehiya hundirîn gefê li ewlehiya herêmê dixwe

Mezlûm Ebdî got, balafirên bê mirov ên bi çek ên Tirkiyê êdî civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê û saziyên wê yên ku herêmê diparêzin, dikin hedef. Ebdî anî ziman ku êrişa li ser saziya ewlekariya hundirîn rasterast gefê li ewlehiya herêmê dixwe.

Li gorî nûçeya Hawar Newsê, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li ser êrişa hewayî ya dewleta Tirkiyê ya li dijî erebeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Eyn Îsayê ku di encamê de 4 endamên hêzê hatin kuştin, daxuyaniyek li ser hesabê xwe yê twîtterê parve kir.

Ebdî got: "Balafireke bê mirov a bi çek a Tirkiyê vê sibehê erebeya veguhestina fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a ku ji Eyn Îsayê diçû kampa koçberên Girê Spî kir hedef. Di encamê de 4 endam şehîd bûn. Saziya Ewlekariya Hundirîn bi parastina ewlehiya bajar, saziyên sivîl, kampên koçberan û girtîgehên DAIŞ'ê eleqedar dibe. Hedefgirtina vê saziyê rasterast gefan li ewlehiya herêmê dixwe."

Ebdî her wiha bi bîr xist ku ji 20'ê Tîrmehê ve balafirên Tirkiyê 9 şervanên QSD, 4 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û 13 sivîl kirin hedef û got: "Êrişên bi balafirên bê mirov ên bi çek ên Tirkiyê zêde bûne û êdî civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê û saziyên wê yên ku ji bo parastina istiqrara herêmê dixebitin, dikin hedef."

Mezlûm Ebdî di dawiyê de sersaxî ji malbatên kuştiyan re xwest û got: "Ev êriş me ji parastina xak û gelê xwe dûr naxe."

 

Serepeyv