Tîrmeh 25, 2022 22:55 Asia/Tehran
  •   Artêşa Tirkiyê careke din gundên Şehba û Til Temirê topbaran kir

Hat ragihandin ku artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên girêdayî wê ji serê vê sibehê ve gundên Şehba û gundê Til Tewîl ê Aşûrînişîn ê Til Temirê yên bakûrê Sûriyê topbaran dikin.

Li gorî rapora Rûdawê ji zarê çavkaniyên xwecihî, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên girêdayî wê ji serê vê sibehê gundên Hirbêl û Til Medîq bi dijwarî topbaran kirine. Herwiha baregahekî hêzên hikûmeta Sûriyê yê li gundê Til Medîq jî hatiye topbarankirin.

Derbarê zerar û ziyanan de heman çavkanî dibêjin, ziyan tenê madî bûne. Li gor heman çavkaniyan topbaran hê jî berdewam e.

Artêşa Tirkiyê herwiha gundên Esediyê, Xedrawî, Til Hermil, Til Werd û Xirbet El-Şiîr ên girêdayî navçeya Zirganê ya bakûrê Sûriyê jî topbaran kirin. Tê gotin ku di encam de gelek zerarên maddî çêbûne.

Di topbaranên cuda cuda ên Tirkiyê bo ser bakûrê Sûriyê de kesekî sivîl hatibû canê xwe ji dest dabû û 8 sivîl jî birîndar bûbûn, herwiha leşkerekî Sûrî hatibû kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn.

Serepeyv