Di êrîşeke terorîstî de li Derayê 3 polîsên Sûriyê hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i335390-di_êrîşeke_terorîstî_de_li_derayê_3_polîsên_sûriyê_hatin_kuştin
Serfermandariya Polîsê Sûriyê li parêzgeha Derayê ya başûrê vê welkatî ragihand ku sê polîsên sûrî li gundewarên vê parêzgehê di encama êrişa terorîstan jiyana xwe ji dest dan û du polîs jî birîndar bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 21, 2022 18:32 Asia/Tehran
  • Di êrîşeke terorîstî de li Derayê 3 polîsên Sûriyê hatin kuştin

Serfermandariya Polîsê Sûriyê li parêzgeha Derayê ya başûrê vê welkatî ragihand ku sê polîsên sûrî li gundewarên vê parêzgehê di encama êrişa terorîstan jiyana xwe ji dest dan û du polîs jî birîndar bûn.

Li gor ajansa fermî ya Sûriyê SANA, îro grûpeke çekdar a terorîst li ser rêya Dera-Sicin Xerz bi çekên sivik êrîşî dewriyeke polîsên Sûriyê kiriye û herwiha bombeyek li ser heman riyê teqandiye.

Polîsê Derayê ragihandiye, di êrîşê de de 3 polîsên wî welatî hatine kuştin.

Heman çavkaniyê diyar kiriye, di êrîşê de 2 leşker jî birîndar bûne.

Di 5ê Tîrmehê de jî li bajarokê El-Yaduda yê li gundewarê Derayê jî teqînek çêbûbû di encamê de hejmarek kesên ji malbatekê birîndar bûbûn.