Tîrmeh 18, 2022 15:28 Asia/Tehran
  • Efrîna dagirbûyî: 7 welatî ji aliyê grûpên çekdar ve hatin revandin

Rêxistina Mafên Mirov a Efrîn-Sûriyê ragihand ku çekdarên grûpên girêdayî Tirkiyê 6 welatiyên Kurd ji gundê Darkiriyê yê navçeya Mabata û welatiyek ji gundê Dêrswanê yê gundewarên Efrîn a Bakûrê Sûriyê revandine.

Li gor Rêxistina Mafên Mirov a Efrîn-Sûriyê, roja 16ê Tîrmehê, çekdarên grûpên ser bi Tirkiyê 6 welatiyên Kurd ji gundê Darkiriyê yê navçeya Mubata ya Efrînê revandine. Rêxistina Mafên a Mirov Efrîn-Sûriyê navê du ji wan kesên hatine revandin belav kirine: Adel Bayram ê 55 salî û Ehmed Prîmko yê 60 salî.

Heman çavkaniyê da zanîn ku roja 14ê Tîrmehê jî girûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê welatiyê bi navê Hisên Hedik bi tohmeta karkirina ligel Desthilata Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ji gundê Dêrswanê yê navçeya Şiran a herêma Efrînê revandine û heta niha arenivîsa wî ne diyar e.

Roja 9ê Temûzê jî, girûpên çekdar welatiyê bi navê Dr.Osman Henan ê 70 salî ji gundê Badîne yê Mabata ya Efrîna Bakûrê Sûriyê girtibûn.

Serepeyv