Tîrmeh 18, 2022 15:19 Asia/Tehran
  • HSD'yê li gundewarên Dêrazorê DAIŞ'iyek girt

Yekîneyên Antîterorê yên Hêzên Sûrioya Demokratîk (HSD) li bakurê Dêrazorê çeteyekî DAIŞ'ê ku amadekariya êrişên terorîst dikir, girt.

Li gorî nûçeya Hawar Newsê, Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê got: “Yekîneyên Antîterorê (YAT) bi serkeftî tevger û peywendiyên çeteyekî DAIŞ'ê li gundewarên rojhilatê bakurê Dêrazorê şopandin û rê li pêkanîna êrişên terorîst li dijî hêzên leşkerî û kadroyên saziyên xizmetguzariyê yên li herêmê girt.

Li gorî şopandinê, yekîneyên me girt ser cihê terorîst lê dima, ew girt û çek û alavên peywendiyê yên pê re desteser kirin.

Terorîstê hatiye girtin li gorî delîlên bidîmen û deng ji bo lêpirsînê hat veguhastin û dê pêşkêşî dadgehê bê kirin.”


 

Serepeyv