Tîrmeh 08, 2022 09:37 Asia/Tehran
  • Li Mabetaya Efrînê 3 jin ji aliyê çeteyan ve hatin revandin

Komên çete yên girêdayî bi dewleta Tirkiyê 3 jinên ji navçeya Mabeta ya Efrîna dagirkirî revandin û ber bi ciheke ne diyar ve birin.

Li gorî nûçeya Hawar Newsê (ANHA), Çavkaniyekî ji navçeya Mabeta ragihand ku çeteyên “Mihemed El-Fatih” 3 jinên Kurd ên ji şêniyên gundê Misteşûr ê navçeya Mabetaya Efrîna dagirkirî revandin. Navên jinên hatine revandin wiha ne: “Ruqeye Mistefa, Hêvîn Hemîd Eltono û Henîfe Îbrahîm”

 Jinên hatine revandin ber bi cihekî ne diyar ve hatin birin û heta niha aqûbeta wan nayê zanîn.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê, Komên çete yên girêdayî bi dewleta Tirkiyê di meha Hezîrana borî de yek ji wan jin, 45 welatî revandin, her wiha zêdetirî 900 dar birîn.

Serepeyv