Tîrmeh 06, 2022 23:17 Asia/Tehran
  • Êrîşa balafirên bêmirov ên Rêjîma Siyonîst ser parêzgeha Quneytera Sûriyê

Çavkaniyên sûrî ji êrişa balafira bêpîlot a Rejîma Siyonîst ser parêzgeha Quneytera Sûriyê û kuştina yek ji hêzên artêşa vî welatî agahî dan.

Li gorî tora "El-Meyadîn" ev êrîş danê êvara îro Çarşemê li derdora bakurê parêzgeha Quneytera li başûrê Sûriyê pêk hat.

Lê heta niha ajansa fermî ya Sûriyê (SANA) ev nûçe red an piştrast nekiriye.

Rêjîma Siyonîst derdora saet 6:30 sibeha roja şemiyê ya vê heftiyê jî bi çend mûşekan ji Deryaya Navîn(Spî) li rojavaya Trablusê, çend zeviyên mirîşkan li derdora bajarê Hemîdiyê li başûrê Tertûsê kirin armanc. Di encama vê êrişê de du sivîl birîndar bûn ku yek ji wan jinek bû û xisarên zav ên maddî çêbûn.

Hikûmeta Sûriyê bi caran ragihandiye ku Rejîma Siyonîst û hevpeymanên wê yên navçeyî û rojavayî piştevaniya komên têrorîst ên tekfîrî dikin ku şerê dewleta Sûriyê dikin. Artêşa Sûriyê her wiha çend caran çek û cebilxaneyên ku ji aliyê Rejîma Siyonîst ve ji komên têrorîst ên li Sûriyê re şandine, keşf û tesbît kirine.

Serepeyv