Tîrmeh 03, 2022 15:32 Asia/Tehran
  • Balafirên Rejîma Îsraîlê li devereke cotkariyê ya Tertûsê xistin

Balafirên Rejîma Îsraîlê navçeya Hemîdiyê li başûrê bajarê Tertûsa Sûriyê ku piraniya rûniştiyên wê cotkar in mûşekbaran kirin.

Paşmayên mûşekbarana balafirên rejîmma Israîlê li navçeya Hemîdiyê li başûrê bajarê Tertûsa perava Sûriyê li derdorê belav bûne, li gor dîmenan di encamê de çewlikên çandiniyê wêran bûne û hinek ajel jî ji nav çûne.

Welatî Sair Xelîl got, “Em li vir hemû cotkar in, ti çalakiyên serbazî nînin, hemû sivîl û koçer in, em cotkar in, ti bi çavê xwe dibîne, tiştekî serbazî li vir nîne, ti xalên serbazî nîn in, tenê sivîl û şivan hatine armanckirin.”

Rejîma Siyonîst jî îdia dike, balafirên wê cebilxaneyên ser bi Îranê li heman cihî kirine aramnc. Herwiha îdîa dike ku Îran bi rêya herdû benderên Laziqiyê û Tertûsê çekan vediguhêze Sûriye, lê xelkê navçeyê vê yekê red dikin.

Serepeyv