Tîrmeh 02, 2022 10:25 Asia/Tehran
  • Li Girê spî 4 ciwan ji aliyê hêzên dagirker va hatin revandin

Artêşa Tirkiyê û komên çeteyên girêdayî bi wê, 4 ciwan ji gundewarê Girê Spî yê dagirkirî revandin. Tê gotin di nav de ciwanek heye ku malbata wî par li beramber serbestberdana wî 2 milyon lîreyên Sûriyê dabûn.

Çavkaniyên xwecihî ji bajarokê Elî Baciliye yê herêma Girê Spî ya dagirkirî ragihand ku dewriyeyeke artêşa Tirkiyê û komên çeteyên girêdayî bi wê, îro bi ser bajarokê de girtiye û 4 ciwan revandin.

Li gorî çavkaniyan navê ciwanên hatine revandin wiha ne; Mihemed El-Elo ji êla El-Ehwes, Mistefa El-Erar  ji êla El-Bû Esaf, Îsa El-Şewax ji êla El-Bû Cabir û kurê Hesen El-Osman ku xwendekarê amadehî ye û beriya çend rojan ji navçeya Sabxa yê rojhilatê Reqayê vegeriyabû, girtin.

Çavkaniyan destnîşan kir ku ciwanê bi navê Mihemed El-Elo, sala borî hatibû revandin û li beramberî 2 milyon lîreyên Sûriyê serbest hatibû berdan.

Heman çavkaniyan diyar kir ku kesên revandî, ji ''şaxê têkoşîna li dijî terorê'' ya çeteyan ku li herêma dagirkirî ye hatine şandin.

Bûyerên revandin û girtinan li dijî kesên li herêmên dagirkirî ku qaşo Erdogan bi herêma ewle bi nav dike zêde dibin. Armanc jî standina fîdya ye.

Li gorî rapora Hawar Newsê, Beriya çend rojan çeteyan li gundê El-Boz li jina bi navê Enûd El-Fert dan ku hevjîna birayê serokê ''meclisa herêmî ya Girê Spî'' Salih El-Hac Abdullah e. Leşkerekî tirk, ew ji porê wê kişandiye û gotinên nexweş jê re gotiye. Îhanet li Hac Abdullah jî hate kirin û 9 ciwanên xizmên xwe bi hiceta ku bi hikûmeta Sûriyê re didin û distînin radestî dagirkeriya Tirkiyê kir, da ku kursiyê xwe biparêze.

Serepeyv