Daxuyaniya Parlemana Sûriyê li ser êrişên Tirkiyê ser bakur û rojhilatê Sûriyê
Parlemana Sûriyê operasyona leşkerî ya Tirkiyê li ser bakurê Sûriyê û herêmên kurdên vî welatî şermezar kir û ragihand ku armanca operasyonê, destwerdana "ne rewa" û vejandina "xeyalên" herêmeke ewle û guhertina demografiyê ye.
Parlemana Sûriyê di civîna duh Duşemê de di daxuyaniyekê de li ser operasyona Tirkiyê ya li bakurê Sûriyê û herêmên kurdên vî welatî da ragihand, “Armanca li pişt vê dagirkeriyê zindîkirina xeyalên herêma ewle ye ji bo pêkanîna pêvajoyeke nû ya jicîhûwarkirin û derxistina bi darê zorê ya xelkê ji herêmê û pêkanîna guhertineke demografîk e ku gefê li aşitî û ewlehiya navneteweyî û herêmê dixwe.”
Di dawiya Gulanê de, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan, “ji bo avakirina herêma ewle ya 30 kîlometrî” êrîşeke leşkerî ya nû bo ser bakurê Sûriyê û herêmên kurdên vî welatî ragihand.
Parlemana Sûriyê diyar kir ku Tirkiye ji bo bidestxistina armancên xwe biryarên Neteweyên Yekbûyî berovajî û bin pê dike û rewşên însanî bi kar tîne.
Parlemana Sûriyê di daxuyaniya xwe de diyar kir, serweriya Sûriyê û mafê wê yê parastina ji operasyona “ne rewa” ya Tirkiyê heye û êrîşên ku bûne sedema “kuştina welatiyên bêguneh û wêrankirina mal û milkên wan” şermezar kir.
Wezareta Derve ya Sûriyê di destpêka vê mehê de daxuyaniyek belav kiribû û ragihandibû ku hikûmetê kiryarên “dijminatî” yên Tirkiyê û binpêkirinên wê yên berdewam ên li ser serweriya Sûriyê ku hejmarek ji xelkên bêguneh cane xwe ji dest dane şermezar dike.
Tirkiyê ji sala 2018an ve du êrişên berfire li dijî bakurê Sûriyê û kurdên vî welatî bi îdiaya ku şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hevalbendê PKKê ne pêk anîn û qismeke mezin ji axa sûriyê dagir kir.