Hezîran 10, 2022 14:41 Asia/Tehran
  • Karwanekî çeteyên ser bi Artêş Tirkiyê ber bi Til Rifetê çû

Karwanekî Sûriyeser bi Tirkiyê ji bajarokê Ezazê ve ber bi bajarokê Til Rifetê ve ketine nav  tevgereke leşkerî.

Li gorî zanyariyên xwecihî, li bakurê Helebê liv û tevgereke serbazî dest pê kiriye û komên çete û terorîst ên ser bi Tirkiyê ve ketine nav tevgereke leşkerî.

Çavkaniyên xwecihî ragihandine ku ew hêza grûpên çekdar berê xwe dane bajarokê Til Rifetê ku di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokraîtk (HSD) de ye, herwiha ji sala 2019an ve hêzên Rûsya û artêşa Sûriyê jî li wê herêmê hene.

Di wan demên dawî de Tirkiye gefên xwe li dijî navçeyên di bin Rêveberiya kurdên Sûriya zêde kirine û herî dawî Serokkomarê Tirkiyê Erdogan duh Pêncşembê li bajarê Îzmîrê got, ew di mijara pêkanîna operasyoneke nû de li bakurê Sûriyê rijd in û destnîşan kir, hevalbendên Tirkiyê divê ji fikarên Enqerê têbigihin.

Serepeyv