Hezîran 06, 2022 15:27 Asia/Tehran
  •  Artêşa Tirkiyê li Eyn Îsayê li bakûrê Sûriyê erebeyek kir hedef

Artêşa Tirkiyê  li ser rêya rojavayê navçeya Eyn Îsayê erebeyek kir hedef.

Vê sibehê Artêşa Tirkiyê  li nêzî Rawestgeha Seqir a Eyn Îsayê erebeyek topbaran kir.


Di encamê de zirar gihaşt erebeyê, lê tu windahiyên mirovî yan jî birîndarî çênebûn.


Li aliyekî din jî di encama topbarana duh a Artêşa Tirkiyê  û çeteyên girêdayî bi wê ya li ser gundê Ebû Nêtone yê li rojavayê Eyn Îsayê de, 3 welatî birîndar bûbûn.


Ji aliyê din va, dagirkeran gundê Kawiklî yê Minbicê li bakûrê Sûriyê topbaran kir


Artêşa Tirkiyê  û çeteyên girêdayî bi wê piştî nîvê şevê gundê Kawiklî yê rojavayê Minbicê bi çekên giran û navîn topbaran kir.


Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê daxuyand ku Artêşa Tirkiyê  û çeteyên girêdayî bi wê şeva berê gundê Kawiklî yê rojavayê Minbicê bi moşek û hawinan tobparan kir.


Navendê piştrast kir ku 22 moşek li gund ketin.

 

Serepeyv