Hezîran 04, 2022 14:40 Asia/Tehran
  • Çavkaniyeke leşkerî: artêşa Tirkiyê li gundê Um Kêf bombeyên mîsketê bi kar anîn

Fermandarekî Meclisa Leşkerî ya Til Temirê da zanîn ku artêşa Tirkiyê gundê Um Kêf ê navçeya Til Temirê bi bombeyên mîsketê (enqûdî) yên qedexekirî, bombebaran kir.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Ehmed Keleş diyar kir ku artêşa Tirkiyê gundê Um Kêf bi bombeyên mîsketê bombebaran kir.

Artêşa Tirkiyê û çeteyên girêdayî bi wê ji saet 04.00`an ve gundê Um Kêf ê li rojavayê Til Temirê topbaran dikin.

Fermandar Ehmed Keleş anî ziman ku zêdetirî 150 topên hewanê li derdora Til Temirê ketine, bi taybet li gundê Um Kêf û wiha dewam kir: "Ji saet 4`ê sibê û heta saet 9 û nîvan bê navber artêşa Tirkiyê bombeyên mîsketê yên di qada navneteweyî qedexe ne, avêtin û di encamê de 6 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn û ziyanên madî çêbûn û kehrebê qut bû."

Fermandar da zanîn ku hêzên Rûsyayê piştî ziyan qewimîn, destwerdan kir.

Ehmed Keleş da zanîn ku li dijî êrişên muhtemel ew amade ne bersivê bibin û bang li hêzên garantor (Rûsya û Amerîka) kir ku sînorekî ji dewleta Tirkiyê re deynin, ji ber ku welatiyan dike armanc.

Ehmed Keleş wiha axaftina xwe dewam kir: "Di dirêjahiya şerê 2 salan de dewleta Tirkiyê xwest vîna hêzên leşkerî QSD`ê û meclisên wê yên leşkerî bişikîne, lê nekarî, îro jî gel armanc dike. Dîsa jî gelê me li kêleka me li ber xwe dide, ji ber ku ev hêz ji ewladên wan pêk hatiye û heta dawiya soza berxwedanê dide."

Artêşa Tirkiyê Îlona 2021`an jî bi bombeyên mîsketê gundewarên rojavayê navçeya Eyn Îsayê topbaran kirin û encamê de welatiyê bi navê Ehmed Fecir Şedhan birîndar bûbû.

Artêşa Tirkiyê Cotmeha 2019`an jî li dijî bajarê Serêkaniyê çekên qedexekirî ne bi kar anîbûn.

Bikaranîna bombeyên mîsketê sûcekî şer e û peymana navneteweyî ya têkildarî cebilxaneyan banga qedexeya bikaranîna wê dike.

Serepeyv