Hezîran 02, 2022 14:14 Asia/Tehran
  • Artêşa Tirkiyê û çeteyan bombe li Minbic, Zirgan û Til Temirê barandin û zarokek birîndar kir

Li Minbicê êrişa dewleta Tirkiyê ya li ser gundekî hate têkbirin. Li Zirganê jî di bombardûmanê de zarokek birîndar bû. Li Til Temirê bombe li 8 gundan hatin barandin.

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, çeteyên 'Dîrî Firat' ên dewleta Tirkiyê hewl dan bikevin nava gundekî li bakurê navçeyê.

Hate ragihandin ku şervanên Meclîsa Leşkerî ev hewldana dagirkeran têk birin.

Li vê herêmê bombardûmaneke giran li gundê Mihsenliyê hate kirin û herî kêm 15 top li gund ketin.

Dewleta Tirkiyê ya dagirker êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê vê dema dawiyê zêde kirin.

Tevî êrişên li ser Minbicê, dagirkeran bombe li gundê Um Mihermelê yê li bakurê navçeya Zirganê barand. Di êrişê de Mihemed Yûsif ê 14 salî birîndar bû. Yûsif rakirin Nexweşxana Dirbêsiyê. Ji ber ku birîna wî giran bû ji wir jî ew birin Nexweşxana Sarya ya Hesekê.

Dagirkeran serê sibehê li gel navenda Zirganê her wiha bombe li gundê Xidrawî û gundikên Bobî û El Bek barandin. Hevdemê vê yekê balafirên keşfê û balafirên biçek ên bêmirov jî li herêmê geriyan.

 Herwiha serê sibehê 8 gundên Til Temirê, derdora baregeha Rûs û navenda elektrîkê ya Til Temirê hatin bombekirin.

Gundên ku hatine bombekirin wiha ne: El-Ebûş, Dirdara, Til Şenan, Qesir Toma Yelda, Til Cuma, El-Exêbiş, Tewîla.

Serepeyv