Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê: ​​​​​​​'Hefteya Wêjeyî' li bajarê Qamişloyê hat ragihandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i334198-li_bakur_û_rojhilatê_sûriyê_'hefteya_wêjeyî'_li_bajarê_qamişloyê_hat_ragihandin
Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşmeya “Wêje Vedenga Êş û Hêviyên Civakê ye” cara yekemîn dê 'Hefteya Wêjeyî' li dar bixe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 26, 2022 05:36 Asia/Tehran
  • Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê: ​​​​​​​'Hefteya Wêjeyî' li bajarê Qamişloyê hat ragihandin

Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşmeya “Wêje Vedenga Êş û Hêviyên Civakê ye” cara yekemîn dê 'Hefteya Wêjeyî' li dar bixe.

Li gorî nûçeya Hawar Newsê (ANHA), Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya malpera xwe ya fermî li ser medya dijîtal lidarxistina 'Heftiya Wêjeyî' ragihand. Ev çalakî cara yekmîn e tê lidarxistin û dê di bin dirûşmeya “Wêje Vedenga Êş û Hêviyên Civakê ye” de were destpêkirin.

Li gorî Dîwana Wêjeyê, dê Hefteya Wêjeyî ji 28ê Gulanê heta 2ê Hezîranê li Hola El-Burc a li bajarê Qamişloyê were lidarxistin.

Dê bernameya 'Heftiya Wêjeyê' 28`ê Gulanê di saet 15:00`an de dest pê bike.