May 25, 2022 12:26 Asia/Tehran
  • Deverên Şehba, Til Temir û Eyn Îsa hatin topbarankirin

Hêzên Tirkiyê gundewarê Şehba, Til Temir û Eyn Îsa bi dijwarî topbaran dikin.

Artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi wî welatî ve îro gundên Minix, Eyn Deqnê, Wehşiye û Um El-Qura yên herêma Şehbayê topbaran kirin.

Hêzên Tirkiyê herwiha bendava Şehbayê jî topbaran dikin.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên xwecihî yên nûçeyan ve, zêdetirî 10 gullên hawan û obusan li gundê Um El-Qura û bendava Şehbayê ketin.

Artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê herwiha duh Duşemê gundê Gozeliyê li başûrê rojavayê bajarokê Til Temirê û li ser riya M4 a navdewletî bi çekên giran û hawinan topbaran kirin.

Ji aliyekî din ve, fermandarekî meydanî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ji medyaya Rêveberiya Xweser re ragihandiye ku ev demek e hejmarek gund li ser rêya navdewletî ya M4 li nêzîkî bajarokê Eyn Îsayê têne topbarankirin û diyar kir, di çarçoveya hewlên Tirkiyê de ji bo ku xwe bigihîne rêya navdewletî û bajarokê Eyn Îsa dorpêç bike.

Li gor heman çavkaniyê, gundên Mieleq, Cidêdê, Xalidiyê, Hoşan, û kampa Eyn Îsa li rojhilatê Eyn Îsa, herweha gundên Muşêrfe, Fatse û Cehbel li rojavayê Eyn Îsa, gundê Seyda li bakurê Eyn Îsa topbaran kir.

Serepeyv