May 23, 2022 16:49 Asia/Tehran
  •  QSD`ê li rojhilatê Eyn Îsayê balafireke bêmirov a biçek xist xwarê

Hêzên Sûriya Demokratîk ragihand ku li rojhilatê Eyn Îsayê balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirkiyê xistiye xwarê.

Malpera fermî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku hêzên wan duh saet di 11:00`ê sibê de balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirkiyê li rojhilatê Eyn Îsayê xistiye xwarê.

Li gorî malperê şervanê QSD`ê Egîd Girê Spî diyar kir ku balafirên bêmirov ên dewleta Tirkiyê rojane li asîmanê herêmê digerin û welatiyan dikin hedef.

Wî her wiha destnîşan kir ku balafira hatiye xistin, li asîmanê herêmê bû da ku welatiyan bike hedef.

Her wiha Egîd Girê Spî daxuyand ku li eniyên şer tevgerên dijmin dişopînin û destnîşan kir ku beriya balafir were bêbandorkirin, dewleta Tirkiyê herêm bi çekên giran û bi dijwarî topbaran kiriye, piştî wê yekser balafirên bêmirov ketin asîmanê herêmê û got: “Piştî şopandinê, hevalên me ew balafir xist xwarê.”

Serepeyv