Ji ber tozbarînê, 10 kesan li Dêrazora Sûriyê canê xwe ji dest da
May 18, 2022 08:11 Asia/Tehran
Pêleka tozbarînê piraniya navçeyên beyabana Sûriyê girtiye û li Dêrazorê ji ber bahoza tund a tozbarînê, 10 kesan canê xwe ji dest da.
Komîteya tenduristiyê li bajarê Dêrazorê roja sêşemê ragihand, ji heyama du rojan ve ye pêleke tozbarînê ya tund bi ser parêzgeha Dêrazorê de girtiye û gelek haletên bêhntengiyê gihîştine nexweşxaneyan.
Wê komîteyê zanîn ku heta niha 10 kesan ji ber bihntengiyê canê xwe ji dest daye û eger heye hejmar ji vê zêdetir bibe.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan Duşemê ragihandibû, nêzî 200 haletên bihntengiyê li Dêrazorê û gundewarê wê hatine tomarkirin.
Wê her wiha destnîşan kir, ji ber tundiya bahoza tozê, dar şikestine, elektirîk hatiye birîn û asta dîtinê gelekî kêm bûye.