May 17, 2022 17:55 Asia/Tehran
  • Binpêkirinên Tirkiyê li dijî kurdên Sûriyê û deverên bakur û rojhilata vî welatî

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê ragihand ku ji destpêka sala 2022yan ve, heta 15 vê mehê Tirkiyê û grûpên çekdar ên alîgirên wê, 310 caran rêkeftinên agirbestê, ku bi garantiya Amerîka û Rûsya çêbûne binpê kirine û welatiyên sivîl bûne qurbanî.

Li herêmên kurdî yên Sûriyê ku ji aliyê Tirkiyê û çeteyên wê dagir bûne binpêkirinên wek girtin û revandina sivîlan beramberî wergirtina fidyê, desteserkirina xanî û zeviyan û firotina wan, standina bacan, birîna darzeytûnan, guhertina demografyayê, avakirina komelgehên niştecîbûnê ji bo Ereb û Tirkmenên hawirde û têkdana cihên şûnwarî ji aliyê grûpên çete yên ser bi Tirkiyê ve berdewam in.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê derbarê binpêkirinan de dibêje: “Ji ber wan binpêkirinan, bêhtirî 18 kes, di nav wan de jin û zarok hene, hatine kuştin û bêhtirî 280 kesên din jî birîndar bûne. Ziyan gihiştiye bêhtirî 22 avahiyên xizmetguzariyê, mal wêran bûne û zeviyên çandiniyê ketine ber ziyanan.”

Ew navend dibêje, binpêkirinên Tirkiyê û grûpên çete, li navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gundewarê Helebê li dijî sivîlan têne encamdan, bi taybetî li Til Temir, gundewarê Efrînê, Til Refeet, Şehba, Minbic, Kobanî û bajarokê Eyn Îsa.

Li gorî zanyariyan, binpêkirin bi rêya dorn, bombebaran, topbaran û rokêtan têne encamdan, hinek kesên sivîl li ser sînor ji aliyê cendirmeyên Tirkiyê ve hatine kuştin.

Her wiha ava çemê Ferat ji aliyê Tirkiyê ve hatiye kêmirin, ji ber wê yekê dabînkirina elektrîkê ji herdu bendavên Tişrîn û Feratê gelekî kêm bûye, Wêstgeha Elektrîkê ya Til Temir jî, ji ber topbaranê hatiye ji karxistin.

Wêstgeha Elok a Avê, li navçeya Serê Kaniyê, ji cotmeha 2019-an ve heta niha, zêdetirî 30 caran hatiye rawestandin û ava wê li ser bajarê Hesekê û beşekî ji gundewarên wî bajarî hatiye birrîn.

2 rêkeftinên agirbestê ligel Tirkiyê hatine kirin.

Rêkeftina yekem 17yê Cotmeha 2019-an, di navbera Tirkiye û Amerîka de bû.

Rêkeftina duyem, 30ê Cotmeha 2019-an, di navbera Tirkiye û Rûsya de bû.

Li gorî herdu rêkeftinan, garantî hate dayîn ku Tirkiye pabendî agirbesteke herdemî bibe, lê Tirkiyê ti caran pabendî wan nebû.

Serepeyv