May 04, 2022 17:09 Asia/Tehran
  •  Leşkerekî Tirkiyê li Efrînê hat kuştin

Tirkiyê kuştina efserekî xwe li herêma Efrînê ya bakurê rojavayê Sûriyê û di encama êrîşeke rokêtî de ragihand.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihandiye, li herêma Efrînê êrîşeke rokêtî li dijî hêzên wan hatiye pêkanîn û di encamê de efserekî wan ku bi giranî birîndar bûbû, canê xwe ji dest daye.

Di daxuyaniyê de tê gotin, ku êrîş îro 4ê Gulana 2022an û bi rokêtê hatiye kirin, herwiha nasnama wî efserî jî Talha Bahadir hatiye ragihandin.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê diyar kiriye, piştî êrîşa rokêtî ya li ser hêzên wan, topxana artêşa wan herêm bi giranî topbaran kiriye.

Heta niha ti aliyekî berpirsyariya êrîşa îro ya li Efrînê ya li dijî hêzên Tirkiyê li xwe negirtiye.

Herêma Efrînê ji bihara sala 2018an ve ji aliyê artêşa Tirkiyê û çeteyên wê ve dagir bûye.

Serepeyv