May 04, 2022 10:52 Asia/Tehran
  • Dewleta Sûrîyê bi sedan girtî azad kirin

Wezareta Dadwerîyê ya Sûrîyê ragihand ku bi sedan zindanîyên sûçdarê girêdayîbûna bi komên tekfîrî yan zîndaniyên pişikdarê kiryarên têrorîstî hatin azadkirinê.

Wezareta Dadwerîyê ya Sûrîyê di daxûyanîyekê da ragihand ku ew girtî ku ji parêzgehên curbicur ên vî welatî bûn, di 2 rojên buhurî da li gorî fermana efûyê ya hejmar 7 a Beşar Esed Serokomarê Sûrîyê têkildarî sûcên têrorîstî hatin azadkirin.

Di daxûyanîya Wezareta Dadwerîyê ya Sûrîyê da hatîye: Li gorî hevkarîya Dadgeha Taybet a Sûcên têrorîstî û Dozgerîyê, karên pêwîst ji bo azadkirina hejmareke zêdetir a girtîyan û kesên ku hikmên wan hatine binpêkirinê, tên kirin. 

Wezareta Dadwerîyê ya Sûrîyê pêgirî kir ku hemî girtîyên ku dikevin ber efûya serokomartîyê, yê di rojên bê da û ji berekê va bên azadkirin. 

Serepeyv