Nîsan 20, 2022 21:49 Asia/Tehran
  • Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Êzidiyan Cejna Çarşema Sor pîroz kir

Êzidiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Çarşema Sor pîroz kir.

Li gorî nûçeya Hawar Newsê (ANHA), Bi boneya sersala êzidyan ku li gor salnameya Rojhilatî dikeve çarşema ewil ji Nîsanê, êzidiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîrozbahî li dar xistin.

ŞEHBA

Şêniyên herêma Efrînê li qada sereke ya gundê Maretê ya girêdayî navçeya Ehdas a herêma Şehbayê li hev kom bûn.

Di pîrozbahiyê de ji rêvebirên Yekîtiya Êzidiyan a Herêma Efrînê Ayşe Sîdo axaftin kir.

Ayşe Sîdo di axaftina xwe de Çarşema Sor pîroz kir û got: "Di vê roja pîroz de, aliyên ku 74 ferman bi serê gelê me de anîn dîsa siyasetên xwe yên ji bo tunekirina civaka êzidî dimeşînin.”

Aşye Sîdo diyar kir ku piştî Şengal li dijî DAIŞ'ê bi ser ket, dewleta Tirkiyê ji bo tolhildana DAIŞ'ê dest bi êrişên nû kiriye.

Endama Yekîtiya Êzîdiyan Gulê Cafer jî li ser wateya Cejna Çarşema Sor wiha got: "Çarşema Sor cejna jidayikbûna erdê ye. Hêkên rengrengî jî tê wateya Buharê û destpêka jiyanê."

Her wiha koma Mamostayat sirûdên olî yên taybet bi Çarşema Sor gotin.

Di dawiya pîrozbahiyê de helbestvanên herêma Efrînê helbestên xwe pêşkêş kirin.

KOBANÊ

Şêniyên gundê Kûçik Mît ê rojhilatê navçeya Çelebiyê ya başûr rojhilatê bajarê Kobanê jî sersala êzidiyan (Çarşema Sor) pîroz kir.

HELEB

Bi sedan êzidiyên li bajarê Helebê dimînin û pêkhateyên din ên bajêr Cejna Çarşema Sor pîroz kir.

Bi vê boneye Yekitiya Êzidîyan li Parka Efrîn a li taxa Eşrefiyê ya Helebê pîrozbahiyek li dar xist. Nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî, dîroknasê helebî Nahid Kûsa û bi sedan ji civaka êzidî beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Di pîrozbahiyê de li ser navê Koordînasyona Jinên Êzidî Sûad Hiso, Hevserokê taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Mihemed Şêxo axivîn û Cejna Çarşema Sor li civaka êzidî pîroz kir.

Serepeyv