Nîsan 20, 2022 21:23 Asia/Tehran
  • Efrîna dagirkirî: Çeteyên girêdayî bi Tirkiyê li Mabetayê welatiyek revand û bir cihekî ne diyar

Çeteyên “Firqeya El-Hemzat” a girêdayî dewleta Tirkiyê ji gundê Dargirê yê navçeya Mabeta ya Efrîna dagirkirî welatiyek revand û bir cihekî ne diyar.

Çavkaniyekî ji navçeya Mabeta ragihand ku çeteyên “Firqeya El-Hemzat” a girêdayî dewleta Tirkiyê di 18`ê Nîsanê de welatiyê bi navê Cîhad Sebrî Dawûd ê ji gundê Dargirê revand.

Li gorî çavkanî, çeteyan bi ser mala welatiyê navborî de girt, ew revand û bir cihekî ne diyar. Aqûbeta wî heta niha nayê zanîn.

Serepeyv