Nîsan 15, 2022 21:15 Asia/Tehran
  •  Li Efrînê polîsên ser bi Tirkiyê gencekî Kurd girt

Li gundê Şîxutka ser bi bajarokê Mabata ya Efrîna bakurê Sûriyê, polîsên leşkerî yên ser bi Tirkiyê gencekî Kurd bi tohmeta peywdeniyê li gel YPGê girt.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov, roja 14ê Nîsanê li gundê Şîxutka ser bi bajarokê Mabata ya Efrîna bakurê Sûriyê, polîsê leşkerî ser bi Tirkiyê gencekî Kurd bi tohmeta peywdeniyê li gel YPGê girt, piştre ji malbata wî xwestin fidyeyê bidin daku bê azadkirin.

Hevdem polîsê sivîl ser bi Tirkiyê 3ê gencên Kurd ji gundê Kefir mSefre ser bi Cendirêsa Efrîênê beramberî 2 hezar lîreyên Tirkî serbest betrdan.

Di 11ê Nîsanê de jî, grûpa Ehrar el-Şerqiye welatiyekî Kurd ji bajarokê Mabataya Efrînê girtibûn û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

 

 

Serepeyv