Nîsan 14, 2022 16:25 Asia/Tehran
  • Li Serê Kaniyê çeteyekî grûpa Hemze hat kuştin

Li bajarê Serê Kaniyê yê kurdan li bakurê Sûriyê, di navbera du kom ji çeteyên grûpa Hemze de şer û pevçûn derket û li gor zanyariyan çeteyek hatiye kuştin.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên xwecihî ve, roja bihorî li ser nakokiyên derbarê qaçaxçîtiya mirovan a bi rêya Serê Kaniyê re bo Tirkiyê, di navbera çeteyên grûpa Hemze de li navenda bajarê Serê Kaniyê şer derketiye.

Çavkaniyên xwecihî diyar kirine, şerê navbera du komên çekdar piştre gihişte gundên Til Erqem û Til Helef ên derdora bajarê Serê Kaniyê û di encamê de, çeteyek hat kuştin ku ji bajirê Humsê ye û yekî din jî bi giranî birîndar bûye.

Di berdewamiya şer û aloziyên navbera herdu aliyan de, çeteyên grûpa ku yek ji wan hatibû kuştin, êrîşî navendên grûpa din kirine

Li nava bajarê Serê Kaniyê jî, grûpekê êrîşî mala kesekî kiriye ku kesekî nêzî fermandarekî grûpa Hemze ye. Lê derbarê êrîşê de ti hûrgilî nehatine zanîn.

Ji ber wan şer û pevçûnan, rewş li navenda bajarê Serê Kaniyê aloz bûye.

Serepeyv