Nîsan 12, 2022 11:55 Asia/Tehran
  •  Bakurê Sûriyê: Komên ser bi Tirkiyê li Girê Spî mal û milkê welatiyekî talan kirin

Çekdarên koma bi navê Lîwaa El-Qeiqai a ser bi Tirkiyê, li gundê Gir Mazat ê ser bi navçeya Girê Spî, mal û milkê welatiyê bi navê Fadî Hesen El-Remezan talan kirin.

Malpera Rûdawê nivîsiye: "Li gorî zanyariyên xwecihî ji gundewarê navçeya Girê Spî diyar dikin, çekdaran 13 bermîl mazot, ku Fadî ji bo avdaniya zeviya xwe ya çandiniyê kirîbûn, du telefon û 130 hezar lîreyên Sûrî dizîne.

Çekdaran ew welatî bi wê yekê tometbar kir ku bêserûberiyê dirust dike, ji bo ku bi behaneya wê tometê mal û milkê wî talan bikin.

Hatiye diyarkirin ku Fadî, li binkeyên komên çekdar û li cem koma bi navê Polîsên Leşkerî gilî li ser wan çekdaran pêşkêş kir, lê ew yek bêhûde bû.

Ji 09ê Cotmeha 2019an ve ku navçeya Girê Sipî û hin deverên din hatin dagirkirin, komên çekdar ên ser bi Tirkiyê, kiryarên dizî û talankirinê li navçeyên Girê Spî û Serê Kaniyê dikin, bêyî ku ti rêgrî li pêşiya wan hebe."

Serepeyv