Nîsan 03, 2022 13:55 Asia/Tehran
  • Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê Eyn Îsa topbaran kir

Hêzên Tirkiyê û çeteyên wê bajarokê Eyn Îsa li bakurê Reqayê topbaran kirin û çend top li nav gundê el-Mişêrfe yê li rojhilatê bajarokê ketin.

Li gor çalakvanên xwecihî, ev du roj in hêzên Tirkiyê û çeteyên wê bajarokê Eyn Îsa li bakurê Reqayê topbaran dikin, di nav de çend top li nav gundê el-Mişêrfe yê li rojhilatê bajarok ketine, lê heta niha ti zanyarî li ser zerar û ziyanan nehatine dayîn.

Roja 2ê Nîsanê hêzên Tirkiyê navçeyên bakurê Reqayê ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) lê dimînin topbaran kirin, di nav de gundê Mieleq û Kampa Eyn Îsa li bakurê Reqayê.

Eyn Îsa bajarekî biçûk e, lê xwedî girîngiyeke stratejîk a mezin e. Eger ew bajar bikeve destê Tirkiyê û çeteyan, ew tê wê wateyê riya di navbera Herêma Cizîrê û Kobanî de qût dibe.

Bajarê Eyn Îsa, 47 kîlometreyan dûrî bajarê Reqa ye,  66 kîlometreyan li başûrê rojhilatê Kobanî ye û 30 kîlometreyan ji navenda bajarê Girê Spî dûr e ku ew jî di bin destê hêzên Tirkiyê û grûpên çete de ye.

Girîngiya stratejîk a Eyn Îsa ji wê yekê tê ku li ser riya navdewletî ya M-4 Rodko ye. Rêya M-4 Herêma Cizîrê bi Heleb, Laziqiyê, Hims, Hema û Şamê ve girêdide.

Serepeyv