Adar 28, 2022 09:52 Asia/Tehran
  • Serîkanî: Komên çekdar ên ser bi Tirkiyê 2 hezar dar birrîn

Komîteya Awareyên Serî Kaniyê ragihand ku komên çekdar di meha borî da nêzikî du hezar darî li Serî Kaniyê birrîne.

Ciwan Îsom Berpirsê Pêwendiyên Gelemperî yê Komîteya Awareyên Serî Kaniyê got: Di yek meha borî da Tirkiyê û komên çekdar hevdem di gel cejnên Newrozê, derdora 12 mal bi erdê va kirin yek û derdora du hezar dar li gundê Eyn Hesan ji kokê va rakirin.

Di daxuyaniya ku roja Yekşemiyê ji liayê Komîteya Awareyên Serî Kaniyê li Kampa Wuşokaniyê ji aliyê welatiyên mehîhî, aşûrî, siryanî, kurd û ereb va hat xwendin hat ragihandin ku destddirêjiyên Tirkiyê ji wan kuştin û revandin û destdanîna ser malên welatiyan bi taybet piştî dagirkirina Serî Kanî û Girê Sipî li bakûr rojhilatê Sûroiyê zêdde bûye.

Wî her wiha got: Piştî derketina sedî 85 ji niştecihên sereke yên van navçeyan, binpêkirinên Tirkiyê li dijî gelê van navçeyan hema wisa didome.

Ofîsa Maf û Belgeyan a Komîteya Awareyên Serî Kaniyê di daxuyaniya xwe ya qala xerakirina zêdetirî 12 malan li gundê Eyn Hesanê li başûrê Serî Kaniyê û kokbirkirina zêdetirî du zhezarî darî kir.

Her wiha vê saziyê qala ddestdirêjiya zanyendî li ser keçeke 12 salî li gundê Ezîziyeyê li rojavayê Serî Kaniyê ji aliyê endamên Leşkera Bîstem û du babetên destdirêjya zayendî li derdora rojavayî ya Serî Kaniyê û kuştina zarokekî 10 salî li gundê Til Erqebê ji aliyê leşkera Hemze va kir.

 

 

Serepeyv