Li Efrînê 3 xort ji aliyê çeteyên ser bi Tirkiyê ve hatin revandin
Li Efrîna Sûriyê rêjeya revandina welatiyên Kurd û binpêkirinên mafê mirovîan ji aliyê grûpên çete yên ser bi Tirkiyê û artêşa vî welatî ve, her diçe zêde dibe.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, çeteyên grûpa Polîsê Leşkerî roja 19ê Adarê 2 xort (Îsam Mistefa Mihemed û Mistefa Eyub Hiso) li bajarê Efrînê revandin.
Vê koma çete herwiha diyar kir ku ew her du xort pêştir ji aliyê grûpên çete ve hatibûn revandin 3 salan di zîndana Raî de mabûn û bi biryara Dadgeha Leşkerî hatibûn berdan.
Ji aliyekî din ve jî, grûpa çete ya bi navê Ewlehiya Siyasî roja 21ê Adarê xortê bi navê Bekir Emîn dema ji ahenga Newrozê vedigeriya Efrînê, li ser rêbenda taxa Mehmûdiyê hat revandin.
Çar sal di ser dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa tirk û komên çete û terorîst ên ser bi wê re derbas dibin, heta niha jî zêdetir 8 hezar welatiyên Kurd ên Efrînê ji aliyê grûpên çete û artêşa tirk ve hatine revandin û çarenivîsa hejmareke mezin ji wan nayê zanîn.