Di êrişa hewayî ya Rejîma Îsraîlê de 2 sivîl li Sûriyê hatin kuştin
Adar 08, 2022 20:23 Asia/Tehran
Di êrişa hewayî ya Rejîma Siyonîst de ku duh 7 Adarê li nêzî paytexta Sûriye Şamê hate kirin, herî kêm 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî ajansa nûçeyan a SANA'yê ya hikumeta Şamê, li hemberî nuqteyên li başûrê Şamê di roja 7 Adarê de êrişa hewayî hate kirin. Hate ragihandin ku piraniya êrişan bi sîstema parastina hewayî hatin astengkirin. Li gorî ajansê di êrişê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.
Saziya Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyê ku navenda wê li Londonê ye, êriş li dijî depoya çek û cebilxanan ên li nêzî Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê hate kirin.
Îsraîlê ji destpêka salê û vir ve herî kêm heft caran êrişên hewayî biriye ser Sûriyê.