Di encama êrişa terorîstî li Tedmura Sûriyê 13 leşkerên sûrî hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i332371-di_encama_êrişa_terorîstî_li_tedmura_sûriyê_13_leşkerên_sûrî_hatin_kuştin
Li Tedmura Sûriyê li dijî otobusa leşkerên vî welatî êrîşeke terorîstî pêk hat û di encamê de zêdeyî 30 kes mirin û birîndar bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 06, 2022 22:09 Asia/Tehran
  • Di encama êrişa terorîstî li Tedmura Sûriyê 13 leşkerên sûrî hatin kuştin

Li Tedmura Sûriyê li dijî otobusa leşkerên vî welatî êrîşeke terorîstî pêk hat û di encamê de zêdeyî 30 kes mirin û birîndar bûn.

Li gorî ajansa nûçeyan a Sûriyê SANA, çavkaniyekî leşkerî ragihand, îro yekşemê li rojhilatê Tedmurê di êrîşeke terorîstî de otobuseke leşkerî hat armanckirin û di encamê de 13 leşker hatin kuştin ku hejmarek ji wan efser jî hebûn û 18 leşker jî birîndar bûn.

Derbarê êrîşa terorîstî de ti zanyariyên zêdetir nehatine belavkirin.

Qeyrana Sûriyê ji sala 2011`an va bi êrişa berfireh a komên têrorîst ên ku Erebistan, Emerîka û hevalbendên wan yên wek Tirkiyê piştgiriya wan dikin, ji bo guhertina hevkêşeyên navçê bi berjewendiya Rejîma Siyonîstî destpê kir.