Serokê Desteya Heşda Şeibî û Serokomarê Sûriyê civiyan
Adar 03, 2022 13:33 Asia/Tehran
Serokê Desteya Heşda Şeibî ya Iraqê Falih Feyaz û Serokomarê Sûriyê Beşar Esed li Şamê civiyan û gotûbêj derbarê rewşa sînorê di navbera Iraq û Sûriyê de kirin.
Medyaya Heşda Şeibî belav kir, Serokê Desteya Heşda Şeibî Falih Feyaz serdana Şamê kir û bi Serokê Sûriyê Beşar Esed re gotûbêj derbarê rewşa sînorê di navbera Iraq û Sûriyê de û rûbirûbûna terorê kirin.
Ji aliyê xwe ve jî ajansa fermî ya Sûriyê “SANA” belav kir, di civîna Esed û Feyaz de, derbarê hevahengiya di navbera her du aliyan de û pirsgirêkên ewlehiyê yên li ser sînor gotûbêj kirin.
Di salên borî de çendîn grûpên Heşda Şeibî ji bo piştevaniya Esed û şerkirina li kêlek artêşa Sûriyê, derbasî vî welatî bûne.