Adar 03, 2022 00:13 Asia/Tehran
  • Li Dêrazorê êriş: Berpirsekî asayişa xwecî jiyana xwe ji dest da

Li Dêrazorê di êrişekê de berpirsekî asayişa herêmê canê xwe ji dest da û 2 kesên din jî birîndar bûn.

Li gor medya ser bi kurdên Sûriyê ve li bajarokê Ebû Hemam ê Dêrazorê xwepêşandanek birêve çû û çekdarên nenas ku xwe di nav xwepêşanderan de veşartibûn, gulle berdan endamên hêzên Asayîşê.

Li gor zanyariyên hatine belavkirin di wê êrişê de Berpirsê Nehiştina Tawanan Hisên Salih canê xwe ji dest da û du kesên bi navên Ebdulla Elcabir û Husam Uwêd birîndar bûn.

Herdû birîndar rakirin nexweşxanê û rewşa wan a tendirûstî baş e.

Li gorî heman jêderê, ev demeke li bajarokê Ebû Hemam ku 85 km dûrî Dêrazorê ye rewş ne aram e û xelkê wî bajarokî jî, ji bo baştirkirina rewşa xizmetguzariyan li dijî teşkçlata kurdên sûrî xwepêşandanan dikin.

Serepeyv