Çile 31, 2022 10:11 Asia/Tehran
  • Li Efrîna dagirkirî: Endamekî ENKSê hat revandin

Endamekî Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li navçeya Recoyê ji aliyê çekdarên ser bi Tirkiyê ve hat revandin.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Çavkaniyên xwecihî ji Efrînê ragihand ku girûpa çekdar a bi navê Cebhe El-Şamiyê ya ser bi Tirkiyê ve duh endamekî  ENKSê yê bi navê Xebat Mislim Bekir li gundê Kosa ya devera Medana ya navçeya Recoyê girtin.

Heman çavkanî didin zanîn ku  piştî çend demjimêran Xebat Mislim Bekir veguhastin bajarê Efrînê û heta niha ti agahî ji wî nehatine wergirtin.

Koma çekdar ya bi navê Cebhe El-Şamiyê di van demên dawî de gelek endamên ENKSê girtine, bêyî ku sedema girtina wan diyar bike.

Li gorî heman çavkaniyan Xebat Mislim Bekir beriya demekê hatibû girtin û piştî dayîna fidyekê serbest hatibû berdan.

Serepeyv