Çile 30, 2022 21:26 Asia/Tehran
  •  Li Efrînê malbatên Kurd ji alîkariyan têne bêparkirin

Li herêma Efrînê ya Sûriyê ku di bin kontrola artêşa Tirkiyê û komên girêdayî bi wê de ye malbatên Kurd ji alîkariyan têne bêparkirin.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Çavkaniyên xwecihî li Efrînê belav kirine ku ofîsa hewarçûnê ya Encûmena xwecihî ya wî bajarî û Rêkxisitna Şefeq a Tirkiyê, navê wan malbatên ku beriya niha ji lîsteya alîkariyan hatibûn derxistin vegerandin, tenê malbatên Kurd ji wê lîsteyê hatine derxistin.

Her malbatek 50 dolaran weke alîkarî werdigire, lê herdû aliyan navê malbatên Kurd ji lîstê derxistine.

Berî mehekê Rêkxistina Şefeq ya Tirkiyê, navê sê hezar kesan ji lîsta sûdmendên alîkariyan derxistin, 2 hezar ji wan Kurd bûn, piştre xelkê li ser vê yekê nerazîtî nîşan dan.

Welatiyên Kurd li Efrînê di rewşeke xirab de dijîn, binpêkarî û siyaseta cudakariya di navbera wan û Erebên hawirde de berdewam e, niha ew ji alîkariyên mirovî jî tên bêparkirin.

 

Serepeyv